Here naverokê

nav

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈnɑːv/
  • Deng (Wan): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: nav
[biguhêre]
Di nivîsîna misriya kevn de çemberek li dor navên kesan dihat xêzkirin.

nav n

  1. Peyva ku kesek pê tê nasîn.
    Navê te çi ye?
    Navê min Elî ye.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Melayê Cizîrî: Dilberê Serdarê Xuba:
      Herçi bîvêrê ku navê dilberê bêtin li ser,
      Xweş dibit hadir di gavê bêguman û şubhe ye.
  2. Peyveke taybet ku welat, bajarek an devereke din pê tê nasîn.
    Navê paytextê Spanyayê çi ye? — Madrîd e.
    Navê gundê me Bêxebar bû.
  3. Peyveke taybet ku heywanek pê tê nasîn.
    Navê kûçikê wan Beşo ye.
    Ma we ti nav li pisîka xwe nekirine?
  4. Peyva ku tiştek an heyberek pê tê nasîn.
    Navê van gulan çi ye?
    Navê wan beybûn e.
    Navê vî amûrî bi kurdî çi ye?
    Navê wî çekûç e.
  5. navûdeng, navdarî, meşhûrî
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Feqiyê Teyran: Bersîsê Abid:
      Dûr bû ji wî zad û te’am,
      Xizmet dikir daim mudam,
      Navê wî çûbû şerq û şam,
      Kamil ji qedr û qîmetê
  6. (rêzimanî) Navdêr.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
    Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem
    Serxweş û şukranê Wî navê şêrîn
    Paşî bi ilhamê Rebb-il 'alemîn

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina nav
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nav nav
Îzafe navê navên
Çemandî navî navan
Nîşandera çem. navî wan navan
Bangkirin navo navino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî navek navin
Îzafe navekî navine
Çemandî navekî navinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *h₁nómn̥. Hevreha soranî ناو‎ (naw‎), kurdiya başûrî naw, lekî nam, hewramî name, zazakî name, belûçî û farisî نام (nam), tacikî û osetî ном (nom), peştûyî نوم‎ (num), farisiya navîn 𐫗𐫀𐫖‎ (nam), partî 𐫗𐫀𐫖‎ (nʾm‎) / 𐭍𐭀𐭌 (nam), farisiya kevn 𐎴𐎠𐎶 (n-a-m /⁠nāma⁠/), avestayî 𐬥𐬁𐬨𐬀𐬥 (nāman)... sanskrîtî नामन् (nā́man), hindî नाम (nām), urdûyî نام‎ (nām), maratî नाव (nāv), nepalî û sindhî नाउँ (nāũ)... hîtîtî 𒆷𒀀𒈠𒀭 (lāman)... almanî Name, holendî naam, îngilîzî name, swêdî namn, norwecî namn / nav, danmarkî navn, îzlendî nafn... oskanî 𐌍𐌖𐌌𐌍𐌄𐌝𐌔 (numneís), umbriyî 𐌍𐌏𐌌𐌄 (nome) û 𐌍𐌖𐌌𐌄𐌌 (numem), latînî nomen, îtalî û portugalî nome, fransî nom, romanî nume, spanî nombre... yûnaniya kevn όνομα (ónoma)... ermenî անուն (anun) (anun)... bretonî anv, îrlendî ianm... albanî êmën / emër... rusî и́мя (ímja) (íma), polonî imię, miano.

Bo guherîna M bi V di kurdî de, binêrin herwiha: dav, gav...

Çavkanî:
  • Beekes, Robert S. P. (2011): Comparative Indo-European Linguistics: An Introduction, revised by Michiel de Vaan.
  • Chyet, Michael L. (2003), “nav”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner
  • Kloekhorst, Alwin (2008): Etymological Dictionary of the Hittite Inherited Lexicon (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 5), Leiden, Boston: Brill.
  • MacKenzie, David Neil (1966), The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary[2] (bi îngilîzî), Kommissionaer: Munksgaard (København)
  • Mackenzie, D. N. (1971), A Concise Pahlavi Dictionary, London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  • Pokorny, Julius (1959), Indogermanisches etymologisches Wörterbuch [Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî] (bi almanî), Bern, München: Francke Verlag
  • Ringe, Donald (2006): From Proto-Indo-European to Proto-Germanic (A Linguistic History of English; 1), Oxford: Oxford University Press
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Цаболов, Р. Л. [Cabolov, R. L., Tsabolov, R. L.] (2001-2010), Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка [Emcmoloƨcčeskcc̆ slovarʹ kurδskoƨo jazyka, Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya name a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]
Nava avahiyekî.

nav m

  1. Beşa leşî ya kemera pantolonî dikeve ser, navbera zikî û lingan an yan piştê û lingan.
    Hevmane: navteng
    Kemera nava wê zêr e.
  2. hindir, navend, nîvek, navber, merkez, daxil
    Hirç ketiye nava rez.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina nav
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nav nav
Îzafe nava navên
Çemandî navê navan
Nîşandera çem. navê wan navan
Bangkirin navê navino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî navek navin
Îzafe naveke navine
Çemandî navekê navinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî ناو (naw), farisî ناف (naf, navik), farisiya navîn 𐭭𐭠𐭯𐭪‎ (nāfag, nafeg: navik)... sanskrîtî नभ्य (nábhya) û नाभि (nā́bhi)... latviyayî naba... almanî Nabe, Nabel, holendî naaf, îngilîzî nave, navel, swêdî nav, navel, danmarkî nav navle... ermenî անիւ (aniw)... yûnaniya kevn ὀμφαλός (omphalós)... latînî umbilīcus, fransî nombril, ombilic, îtalî ombelico, portugalî umbigo, spanî ombligo... hemû ji proto-hindûewropî *h₃nobʰilos ji *h₃nebʰ- (nav, nîve; navik).

Binêre herwiha: hinav, navik.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003), “nav”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[3], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
  • Mackenzie, D. N. (1971), A Concise Pahlavi Dictionary, London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  • Pokorny, Julius (1959), Indogermanisches etymologisches Wörterbuch [Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî] (bi almanî), Bern, München: Francke Verlag
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Цаболов, Р. Л. [Cabolov, R. L., Tsabolov, R. L.] (2001-2010), Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка [Emcmoloƨcčeskcc̆ slovarʹ kurδskoƨo jazyka, Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin

Werger

[biguhêre]

Daçek

[biguhêre]

nav

  1. hindirî, daxilî, jûr
    Hat nav malê
    Were nav dikanê.

Etîmolojî

[biguhêre]

Binêre: nav (navdêr 2)

Werger

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]

Hejmar

[biguhêre]

nav

  1. neh, 9
[biguhêre]

nav

  1. nav, nîvek, nîvek çerxê

Kurtenav

[biguhêre]

nav

  1. Kurtkirina navigation.
[biguhêre]

nav m

  1. (navgîn) keştî, gemî, sefîne, baxîre

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên keştî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Lêker

[biguhêre]

nav

  1. ne (ew) e
  2. ne (ew) in
  3. bila (ew) neke
  4. bila (ew) nekin
[biguhêre]

nav

  1. nav, nîvek, nîvek çerxê
[biguhêre]

nav n

  1. nav (ism)
[biguhêre]

nav m

  1. (navgîn) keştî, gemî, sefîne, baxîre

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên keştî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
[biguhêre]

nav m

  1. (navgîn) keştî, gemî, sefîne, baxîre

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên keştî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
[biguhêre]

nav

  1. nav, nîvek, nîvek çerxê